Fotograf: AA
Li Tirkiyeyê duh 104 hezar û 402 test hatine kirin, hezar û 429 kesên din bi Covid-19ê ketine. 65 kes jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê daneyên rojane yên derbarê nexweşiya koronavirusê de li ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê weşandiye.
Li gorî van daneyan duh 104 hezar û 402 test hatine kirin û hejmara testan bi giştî gihiştiye 10 milyon û 806 hezar û 285an.
Di nava heman demê de hezar û 429ên din bi vê nexweşiyê ketine.
Hejmara kesên piştî dermankirinê baş bûye gihîştiye hezar û 182 kesan. Hejmara kesên baş bûna li ser hev bûye 285 hezar û 50.
Di 24 saetên dawîn de 65 kesan ji ber Covîd-19ê mirine, hejmara nexweşên rewşgiran jî bûye hezar û 475.
Hejmara nexweşan li ser hev bûye 324 hezar û 443. (FD)