Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 995 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 747an. Her weha hezar û 3 nexweş jî baş bûne û hejmara kesên baş bûne gîhaştiye 217 hezar û 497an.
Test ji bo 41 hezar û 301 kesan hatiye kirin. Heta niha 233 hezar û 851 kes bi nexweşiyê ketine.
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyani daye û gotiye, “ Di cejnê û cîhên bêhnvedanê de mixabin şewb paş guh kirine. Pêştir zêdebûna hejmara nexweşan bi tenê bi hin bajaran ve sînordar bû. Em niha ditirsin kul i seranserê welêt belav bibe. Pêwîstiya me di tedbîran de bi hevkariyê heye.” (AS/AY/FD)