Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 592 kesên din peyda bûye. 18 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 825an. Her weha 947 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 42 hezar û 32 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 674 hezar û 203 kesan çêkirine. 179 hezar û 831 kes nexweş ketine. 4 hezar û 825 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 722 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 291, ya nexweşên baş bûye 152 hezar û 364e. (EKN/AY/FD)