Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 562 kesên din peyda bûye. 15 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 807an. Her weha hezar û 330 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 45 hezar û 176 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 632 hezar û 171 kesan çêkirine. 178 hezar û 239 kes nexweş ketine. 4 hezar û 807 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 717 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 290, ya nexweşên baş bûye 151 hezar û 417e. (RT/AY/FD)