Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 374 kesên din peyda bûye. 18 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 115an. Her weha hezar û 214 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 51 hezar û 14 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 331 hezar û 158 kesan çêkirine. 198 hezar û 613 kes nexweş ketine. 5 hezar û 115 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 1018 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 375, ya nexweşên baş bûye 171 hezar û 809e. (EKN/AY/FD)