Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 293 kesên din peyda bûye. 16 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 131an. Her weha hezar û 302 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 50 hezar û 492 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 381 hezar û 650 kesan çêkirine. 199 hezar û 906 kes nexweş ketine. 5 hezar û 131 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 26 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 368, ya nexweşên baş bûye 173 hezar û 111e. (EKN/AY/FD)