Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê piştî civîna Lijneya Zanistê, civîna çapemeniyê li dar xistiye û daneyên rojane ên Covîd-19ê aşkere kiriye.
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 492 kesên din peyda bûye. 24 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 25an. Her weha hezar û 386 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 53 hezar û 486 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 83 hezar û 121 kesan çêkirine. 191 hezar û 657 kes nexweş ketine. 5 hezar û 25 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 914 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 356, ya nexweşên baş bûye 164 hezar û 234e. (EKN/AY/FD)