Fotograf: AA
Wezareta Navxweyî ji walîtiyan re giştnameyeke bi sernavê "Di Çarçoveya Tedbîrên Covîd-19ê de Kontrola 4ê Îlona 2020an" şandiye û dê sibê li tevahiya Tirkiyeyê kontrola tedbîrên vîrusa Covîd-19ê bike.
Wezareta Navxweyî ji walîtiyan re giştnameyeke bi sernavê "Di Çarçoveya Tedbîrên Covîd-19ê de Kontrola 4ê Îlona 2020an" şandiye.
Li gor giştînameya ku bi dirûşmeya "Ji bo me hemûyan tenduristî" hatiye weşandin dê sibê li tevahiya Tirkiyeyê bi beşdariya walî, qaymeqam, şaredar, mixtar û yekîneyên ewlehiyê tevdîrên Covîd-19ê bên kontrolkirin.
Dê cezayê bidin kesên ku ji bo tenduristiya gel xeter bin û li gor tedbîran tevnegerin.