Fotograf: AA
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) ketine gihîştiye 2 milyon û 482 hezar û 556 kesan. Nexweşî cara pêşiyê li bajarê Wuhanê yê Hubeya eyaleta Çînê derketibû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Covîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê 170 hezar û 482 kes ji ber vîrusa koronayê mirine û 652 hezar û 479 kes baş bûne.
Welatê ku nexweş lê zêde ne DYA ye
Welatê ku herî zêde nexweş û mirî lê hene DYA ye. Li gor daneyên ku Zanîngeha Johns Hopkinsê parve kiriye, Covîd-19 li tevahiya DYAyê di 787 hezar û 901 kesan peyda bûye, 43 hezar û 364 kes ji ber vîrusê mirine.
Welatên ku hejmara nexweşên wan ji 10 hezarî zêdetir in
Li gor Worldometerê welatên ku jimara waqieyên wan ji 10 hezarî zêdetir in, wiha ne:
"Spaniya 200 hezar û 210, Îtalya 181 hezar û 228, Fransa 155 hezar û 383, Almanya 147 hezar û 65, Îngiltere 124 hezar û 473, Tirkiye 90 hezar û 980, Çîn 83 hezar û 505, Îran 82 hezar û 758, Rûsya 47 hezar û 121, Brezîlya 40 hezar û 814, Belçîka 39 hezar û 983, Kanada 36 hezar û 831, Hollanda 33 hezar û 405, Swîsre 27 hezar û 944, Portekîz 20 hezar û 863, Hindistan 18 hezar û 658, Perû 16 hezar û 325, Îrlanda 15 hezar û 652, Awusturya 14 hezar û 795, Swêd 14 hezar û 777, Îsrail 13 hezar û 883, Japonya 11 hezar û 135, Koreya Başûr 10 hezar û 683, Şîlî 10 hezar û 507, Erebistana Siûdî 10 hezar û 484, Ekvador 10 hezar û 128."
Jimara kesên ku li van welatan mirin jî wiha ye:
"Îtalya 24 hezar û 114, Spaniya 20 hezar û 852, Fransa 20 hezar û 265, Îngiltere 16 hezar û 509, Belçîka 5 hezar û 828, Îran 5 hezar û 209, Almanya 4 hezar û 862, Çîn 4 hezar û 632, Hollanda 3 hezar û 751, Brezîlya 2 hezar û 588, Tirkiye 2 hezar û 140, Kanada 1690, Swêd 1580, Swîsre 1429, Portekîz 735, Îrlanda 687, Hindistan 592, Ekvador 507, Awusturya 470, Perû 445, Rûsya 405, Japonya 263, Koreya Başûr 237, Îsraîl 181, Şîlî 139 Erebistana Siûdî 103." (FD)