Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 3ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku polîsan bi ser Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Goç-Derê de girtîbû de 36 kes hatibûn desteserkirin. Ji wan îfadeyên 13 siyasetmedaran yên emniyetê temam bûye.
Biryara nepeniyê li ser dosyeyê ye
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Tekîrdagê de ji bo 8 siyasetmedarên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Tekîrdagê tên girtin biryara girtinê hatiye dayîn. Navê 8 siyasetmedarên ku hatine girtin ev in: Seyît Soydan, Sadî Ozdemîr, Murat Mutlu, Huseyîn Guzel, Omer Guven, Emîn Şen, Saadet Firat û Emîn Orhan.
Siyasetmedarên ku ji bo li dozgeriyê îfadeya wan bê girtin sewqî Edliyeya Tekîrdagê hatine kirin, ji ber xebatên xwe yên siyasî bi “KCKê re têkildar in” tên sûcdarkirin. Siyasetmedarên Kurd bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" sewqî Dadgeha Cezê û Aştiyê hatine kirin.
Ji bo siyasetmedaran di 6ê Hezîranê de biryar hatibû dayîn ku dema desteserkirî mayîna wan zêde bibe. Biryara nepenîtiyê ya di dosyayê de berdewam dike.
Ji sedî 92 astengdar e
Abdurrahman Ozturk, Tuncer Rençber, Muzaffer Cebek, Adnan Çavaş ên ku li dadweriyê jêpirsîna hatibû kirin, bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Her weha Aqûbeta Îlyas Karaçayirê ku îfadeya wî hatibû girtin nehatiye hînbûn.
Hate zanîn ku Sadî Ozdemîrê ku hatiye girtin ji sedî 92 astengdar e û bi tûpa oksîjenê ve ye.(TY/AY)