Li taxeke Nisêbînê derketina derve hate ketexekirin
Walîtiya Mêrdînê aşkere kir ku wê li Taxa Stilîlê (Akarsu) operasyon lidar bikeve û ji ber wê jî heta biryareke din derketina derve hatiye qedexekirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Li Taxa Stilîlê ya Nisêbînê ji ber ku wê operasyon lidar bikeve heta ragihandineke din derketina derve hat qedexekirin.
Walîtiya Mêrdînê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir. Walîtiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wê li herêmê operasyon bê lidar xistin û “Bi armanca misogerkirina ewlekariya giyan û mal û milkên hemwelatiyên me yên li herêma ku wê operasyon lê dar bikeve, di çarçoveya Yaseya Birêvebirina Bajêr a hejmar 5442yê, ji 4ê Îlona 2017yê piştî saet 01.30ê heta biryareke din, li Taxa Akarsuyê ya li çoltera Nisêbînê, qedexeya derketina kolanê hatiye ragihandin.” (YY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.