Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Tarsûsê bi dar û kêran êrişî wesayîta anonsê ya Partiya Çep ya Kesk a ku xebatên hilbijartinê dimeşîne, kirine.
Li gorî nûçeya MAyê, duh di derdora seat 13.00an de wesayîta anonsê ya Partiya Çep a Kesk a li Kolana Ataturka taxa Yenîmahalleyê dema li lambeyên trafikê de radiweste 20 kes ji buroya hilbijartinê ya MHPê derdikevin û rê li wesayîtê digirin.
7 xebatkarên partiyê yên di wesayîtê de rastî dijûn û heqaretên komê tên û kom piştre bi dar û kêran êrişî wan dikin.
Di bûyerê de 5 xebatkarên partiyê birîndar bûne. Cam û lastîkên wesayîta anonsê bi kêran hatin parçekirin.
Xebatkarê partiyê yê birîndar ji MAyê re axivîye û diyar kiriye ku di dema bûyerê de gelek polîs li der û dorê hebûn lê mudaxeleyî êrîşê nekirine. Wî xebatkarê partiyê destnîşan kiriye ku piştî êrîşê ji bo giliyê êrîşkaran bikin çûne Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Tarsûsê û gotiye ku hevalekî wan li nexweşxaneyê tê dermankirin. (AS/AY)