ÊRİŞÊN Lİ DİJÎ ELEWİYAN DİDOMİN
Li Suriyeyê hejmara sivîlên ku hatine kuştin derket 973an

Hêzên ewlekarî yên ser bi rêveberiya nû ya Sûriyê li bajarên Tartûs û Laziqiyê ku weke “herêma peravê” tê zanîn û li rojavayê wî welati ye û herwiha li bejahiya Hema û Humsê êrîşên xwe yên li dijî elewîyan berdewam dike.
Li gorî nûçeya Malbenda Çavderiyê ya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, li taxa Quneytire ya Tartûsê, navçeya Baniyas, taxa Datur a Laziqiyê û li gundên Ramliya û Rasafe yên li bejahiya Masyafa Hemayê qetlîamên nû pêk hatin.
Li gorî daneyên SOHRê di 39 qetlîamên ku li dijî Elewiyan pêk hatin de jin û zarok jî di nav de herî kêm 973 kes mirine.
Hat diyar kirin ku li Laziqiyê 545, li Tartûsê 262, li Hamayê 156 û li Humsê jî 10 sivîl hatine kuştin.
“Rageşiya ku bi 'operasyonên ewlekariyê' yên hêzên ewlekariyê yên girêdayî rêveberiya nû ya li herêma peravê dest pê kir û bi êrîşên leşkerên berê yên artêşa Sûriyeyê yên li bejahiya Laziqiyê ya di 6ê Adarê de li dijî hêzên ewlekariyê zêde bû. Ev êrişana ji 7ê Adarê ve veguherîbû êrîşên paqijiya etnîkî û kuştinên bi komî.”
Ji bo midaxeleyê bang li civaka navneteweyî hat kirin
Malbenda Çavderiyê ya Mafên Mirovan a Suriyeyê destnîşan kir ku 807 sivîl tenê li Laziqiyê û Tertûsê hatin înfazkirin û di nav wan de kesên ne Elewî jî hebûn.
Li gorî daneyên SOHRê dabeşkirina qurbaniyên sivîl li gorî roj û herêman wiha ye:
6ê Adarê: Li Humsê kesek mir
7ê Adarê: Li Tartûsê 62, li Lazqiyê 98 kes mirin
8ê Adarê: Li Laziqiyê 227, li Tartûsê 55, li Hamayê 79, li Humsê 5 kes mirin.
9ê Adarê: Li Tartûsê 103, li Laziqiyê 194, li Hamayê 6 kes mirin.
10 Adarê: Li Laziqiyê 26, li Tartûsê 42, li Hamayê 71, li Humsê 4 kes mirin.
SOHRê diyar kir ku civaka navneteweyî li hemberî kuştinên bikomî, şewitandina xaniyan û koçberkirina bi darê zorê xemsar maye û banga midaxeleya lezgîn li civaka navneteweyî kir û xwest ku tîmên lêkolînê yên pispor ji herêmê re bên şandin.
SOHRê bang li hikûmeta Şamê kir û xwest ku hêzên ewlehiyê yên ku kuştinên komî pêk anîne bên darizandin û dawî li polîtîkaya bêcezatiyê bîne.
"Ji sala 2011an û vir ve rêjeyên herî bilind yên mirinan hat bidestxistin"
SOHRê bal kişand ser wê yekê ku bêcezatî rê li ber dubarekirina sûcan vedike û aştiya civakî ya Sûriyeyê dike hedef. Her weha SOHRê diyar kir ku welat li ber şerekî navxweyî ye.
"Li herêma peravê di pevçûnên navbera milîsên rêjîma berê û hêzên hikûmetê de bi sedan kes mirin û ji sala 2011an û vir ve rêjeyên herî bilind yên mirinan hat bidestxistin. Ger ev rewşa tundûtûjiyê berdewam bike, hukumet weha bêdeng be û midaxele neye kirin dê encam hîn girantir be.”
Çi bûbû?
Li Sûriyeyê di 8ê Kanûna Pêşiya 2024an de piştî bidawîhatina rêvebiriya 53 salî ya malbata Esed û desthilatdariya 61 salî ya Partiya Baasê, êrîş û kuştinên li dijî sivîlan li navçeyên ku Elewî û Şîe dijîn, zêde bûn.
Ji %10-13ê serjimêriya wî welatî (nêzîkî 2 heta 3 milyon kes) Elewî ne. Li bajarên Tartûs û Laziqiyê ku weke “herêma peravê” tê zanîn û li rojavayê wî welati ye û herwiha bajarên Hema, Hums û hin deverên Şamê Elewî lê zêde ne.
Zêdebûna êrîş û "operasyonên ewlehiyê" yên di bin pêşengiya HTŞê de tên kirin ji bo ewlekariya gelê herêmê metirsiyeke cidî ye. Civaka Elewiyan banga lezgîn li rayedaran dike ku van êrîşan rawestînin û ewlehiya herêmê pêk bînin.
Herî dawî, di 6ê Adarê de di navbera endamên berê yên artêşa Sûriyeyê û hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta nû ya Sûriyeyê li bejahiya Laziqiyê şer dest pê kir û hêzên serbi hukumeta nû ya Surîyeyê li herêmên ku Elewî lê dijîn êrişên tolhildanê dan destpêkirin.
Li gorî daneyên Malbenda Çavderiyê ya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, di şer û pevçûnên navbera hêzên ewlekarî yên ser bi rêveberiya nû û endamên berê yên artêşa Sûriyeyê de, zêdetirî 500 kes ji herdu aliyan mirine.
(VC/AY)