Li Sûriyeyê 24 sivîl bi mayineka DAIŞê mirine
Li bakurê bajarê Hamayê yê Sûriyeyê, otobûseka cotkar tê de bi ser mayine re çûye. Mayin teqiyaye. 24 sivîlên di otobûsê de mirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor nûçeyeka ajansa nûçeyan a SANAyê ya Sûriyeyê, DAIŞê li milk û xaniyên sivîlan mayin vegirtine.
Li bakurê bajarê Hamayê yê Sûriyeyê, otobûseka cotkar tê de bi ser mayine re çûye. Mayin teqiyaye. 24 sivîlên di otobûsê de mirine.
Bixwîne - Rapora Şopandina Li Mayinan wê bê aşkerekirin
Li gor daxuyanya Midûriya Emniyetê ya Hamayê, termê êiriyan li morgên nexweşxaneyên Hama û Selemiyeyê ne.
Bixwîne - Zêdetirî milyonekê mayin di nava xaka Tirkiyeyê de hatine bicîkirin
8ê Sibatê jî li heman deverê mayinek teqiyayî bû û heft sivîl miribûn.
(HA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.