Heyva Sor a Sûdanê ragihand ku di 3 rojên dawîn de di lehiyên eyaleta Çemê Nîlê de 34 kes mirin, 588 kes birîndar bûn, 24 hezar û 104 xanî bi temamî hilweşiyan û 8 hezar û 16 xanî jî qismî hilweşiyan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiye ya eyaleta bakur ve hatiye dayin de hat diyarkirin ku ji ber barana zêde û lehiye li eyaletê di 3 rojên dawîn de 11 kes mirin, 86 kes birîndar bûn û 2 hezar û 385 malbat jî ji karesatê mexdûr bûn.
Li wî welatî ji meha Hezîranê vir ve ji ber barana zêde û lehiyan hejmara kesên ku mirine derket 77an.
21 hezar û 370 kes koçber bûn
Li gor daxuyaniya Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li Sûdanê ku li ser hesabê medyaya civakî yê ofîsê weşiya ye, di lehiyên ku ji ber barana zêde li welêt derketiye de, zêdeyî 73 hezar kes mexdûr bûne û zêdeyî 14 hezar xanî jî hilweşiyane.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 18 eyaletên Sûdanê li 11 eyaletan lehî bi bandor bûye û ji ber lehiyê 21 hezar û 370 kes ji cih û warên xwe bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê di 5ê Tebaxê da ragihandibû ku ji Hezîranê vir ve li 7 eyaletên welêt ji ber baran û lehiyê 32 kes mirin û 107 kes jî birîndar bûne.
(AS/AY).