Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûçeya Ajansan a Reutersê aşkere kiriye ku Omer El Beşîr, Serokdewletê Sûdanê dest ji wezîfeya xwe berda ye. Ajansê ev zanyarî ji çavkaniyên herêmî wergirtine.
Malpera bi navê Sudan Tribune (sudantribun.com) a ji sala 2003ê û vir ve li Parîsê weşanê dike nivîsandiye ku weşanên televizyona fermî ya Sûdanê hatine sekinandin. Her weha gotiye, çav li rê ye ku Artêşa Sûdanê belavokekê belav bike.
Li gorî zanyariyên ku heman malperê belav kiriye, artêşê derbe li Serokdewlet El Beşîr kiriye. Awad bin Awf, Wezîrê Berevaniyê û alîkarê serokdewlet jî di nav de hemû rêveberiya artêşê di nava hêzên derbekar de ne.
Malperê destnîşan kiriye ku artêşê wesayitên bi zirx li cihên stratejîk ên paytextê bi danîye.
Piştî nîvro Orgeneral Awad Muhammed Ahmed bin Awf, Wezîrê Berevaniyê belavokek xwendiye û gotiye ku Omer el Beşîr ji wezîfê hatiye girtin û hatiye girtin. El Beşîr 30 sal in ku serokdewletê Sûdanê bûye.
Çar meh in ku li dijî rêveberiya El Beşîrî xwenîşandan dihatin kirin. Yekîtiya Profesyonelên Sûdanî (Sudanese Professiconals Association – SPA) daxuyaniyek belav kiriye û ji çalakvanên sivîl re gotiye, heta ew fam bikin bê kî palpişte ji vê derbeyê re, bila dûrî navendên artêşê bisekinin.
Xwenîşandanan dixwestin ku El Beşîr û rêveberiya wî dest ji kar berde, hikûmete sivîl a demkî rêveberiyê bixe destê xwe û ragihandina azadî û guhertinê bi temamî pêk bînin.
El Beşîr li ku ye?
Li gorî Sûdan Tribunê, kes nizane Omer El Beşîr li ku ye. Lê gorî hin nûçeyan li mala xwe ye û mala wî jî di bin kontrola artêşê de ye. Roja şemî û yekşemê di nûçeyan de hatibû îdiakirin ku El Beşîr ji Sûdanê baz daye.
El Beşîr sala 1989ê di encama derbeyekê de bûbû serokdewletê Sûdanê ku îslamîstan piştgiriya vê derbeyê dikir. (HK/FD)