Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duhî li Stenbolê xaniyek hatibû xwarê, wezîrê karên navxweyî, Suleyman Soyluyî eşkere kiriye ku di wî xaniyî de 11 kes mirine.
Li gor daxuyaniya Soyluyî heta qeta 4. ya xaniyê pirqet xebat hatiye kirin. Li qetên dî jî xebat û lêgerîn dê bê kirin.
Walîtîya Stenbolê jî bi daxuyaniyeka nivîskî eşkere kiriye ku 13 kes birîndar bûne, birînên 4 birîndaran giran in.
Li gor daxuyaniya walîtîyê nasnameya 10 kesên mirîn hatiye tespîdkirin. Navê wan kesên mirîn ev in: Ayşe Alemdar, Yıldız Gündüzoğlu, Fatma Karaman, Mustafa Alemdar, Safiye Alemdar, Safiye Alemdar, Erdoğan Alemdar, Saime Alemdar, Ecrin Alemdar, Eslem Alemdar.
(EKN/MB)
*Wêne: İsa Terli - İstanbul/AA