Fotograf: Lawje / Medyaya Civakî
Lawje piştî demeke dirêj wê careke din li Stenbolê dîwanxaneya xwe saz bike.
Konsera Lawjeyê wê 7ê Tîrmehê roja Înê saet di 20.30 deqîqeyan de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaşî ya Şaredariya Şîşliyê pêk bê.
Di konserê de wê Lawje him stranên xwe him yên projeya “Lawjeyên Evîniyê” bistirên û him jî wê beşdarên atölyeye derkevin li ser dikê.
Lawjeyê strana Ozan Serhedî straye
Lawjeyê her weha straneke Ozan Serhedî ya bi navê “Payîz e” straye.
Lawjeyê ev stran ji bo projeya xwe ya bi navê “Lawjeyên Evîniyê” amade kiriye. Serhat Bostanci, Alî Tekbaş û Alî Îmran Erînî stran aranje kiriye.
Komê ji bo stranê klîbeke taybet amade kiriye û li ser hesabê xwe yê YouTube-ê weşandiye.
Xebatên atolyeyan
Solîstê Lawjeyê Alî Tekbaş, ev demeke ku atolyeyên muzîkê pêk tîne. Di van atolyeyan de xwendina rast a stranên kurdî, form û şêweyên wan hînî beşdaran dike. Di meha Tîrmehê de jî wê ev kargeh li Antalya û Îzmîrê destpê bikin.
Derbarê Lawjeyê de
Lawje yek ji wan komên muzîkê ye ku di salên dawiyê de bi nûjenkirina stranên folklorîk ên herêma Colemêrgê, bi nav û deng bûye.
Solîstê koma ku ji çar kesan pêk tê Alî Tekbaş e. Kom li gel amûrên klasîk ên muzîkê bi amûrên modern, muzîka kurdî ya klasîk nûjen dike.
Kom bi taybet li ser ew muzîka ku bi herêma Colemergê tê naskirin kar û xebatê dikin. Kom vê muzîkê li gorî formên modern ên cîhanê ji nû ve saz dikin û pêşkêşî muzîkhezan dikin. (FD)