Li Stenbolê Komekê, seyrana LGBTI+yan kirine armanc
LGBTI+yan plan kiribû ku li Kampusa Beyazîtê ya Zanîngeha Stenbolê seyranê bike lêbelê beriya ku dest pê bike bûye hedef. Koma ku beriya LGBTÎ+yan çûye Beyazîtê dirûşmên “Tekbîrê” berz kirine.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Civata Wekheviyê ya Zanîngeha Stenbolê - BULGBTÎ+ plan kiribû ku saet di 16:00an de seyrana vegan pêkbîne. Komekê ku bê navber siloganên cudakarî û gefxwarinê berz kirine, li ber zanîngehê kom bûne.
Komê bê navber siloganên "Beyazit a me ye û dê ya me bimîne" û "Tekbîr, Allah-û Ekber" berz kirine.
Ji ber gefên lînç û êrîşê seyran hatiye betalkirin.(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.