Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) ji bo 16 rojnamegerên ku li Amedê hatibûn girtin di roja Yekşema 28ê Tebaxê de li Stenbolê şeva piştevaniyê li dar dixe.
Şeva piştevaniyê wê saet di 19:00an de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaşî ku li Şîşliya Stenbolê ye destpê bike. Di şevê de Bandista, Kadîr Çat û Koma Aryen dê derkevin ser dikê.
Rojnamegerên li derve jî piştgirî dane organîzasyona MKMê û banga hevgirtinê kirine.
Zarakolû: Di nava piştevaniyê de cih bigirin
Rojnameger Ragîp Zarakolû gotiye, “Ji bo hevkariya bi çapemeniya azad re amade bin. Bi kirarî di nava piştevaniya çapameniya azad de cih bigirin. Bi tevlêbûna şeva piştevaniya piştgiriyê bidin çapemeniya azad.”
Ozgur Ozguden jî bang li hemû saziyên sivîl, di serî de komeleyên rojnamevan û sendîkayan kiriye ku ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re bi hev re tevbigerin.
Mater: Em dev ji nûçeyan bernedin
Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSê û Şêwirmenda Projeya bianetê Nadîre Mater, Nûçegihanê Yenî Polîtîka Batmanê Safyettîn Tepe û Nûçegihanê Serêkaniyê yê Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ên ku di Tebaxa 1992 û 1995an de hatine kuştin, bi bîr xistiye û gotiye: "Meha Tebaxê di heman demê de ji bo min tê wateya Safyettîn Tepe û Huseyîn Denîz. Kuştina herduyan jî bêceza hat hiştin weke gelekê din. Ji bo hemû hevalên me yên hatine kuştin, hevalên me yên di girtîgehê de ne û ji bo nûçegihaniya 'li pey heqîqetê' ya ku tê xwestin bê tinekirin rêxistinkirin û hevkarî şert e. Divê em pêşî ji xwe ve destpê bikin, divê em xwe radestî oto-sansurê nekin û bê hêvî nebin. Divê li konseran, li edliyeyê, li qadan, li nûçeyê, li kar û bêkariyê, li her derê û heta di girtîgehê de em girîngiya nûçeyan ji bîr nekin û dev ji nûçeyan bernedin."
Polat: Wê hêzê bide hevpîşeyên me yên girtî
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê Fatîh Polat jî bal kişandiye ser zextên li ser rojnamegeran û gotiye, “Ti delîl ji bo rojnamegerên li Amedê girtî nîn in. Îdianame jî nehatiye amadekirin. Rojnameger tu karê şexsî nakin. Ji ber vê yekê ev çalakiya hevgirtinê xwedî wateyek mezin e. Tevlîbûna çalakiyê wê hêzê bide rojnamegerên girtî.
(HA/AY)