Di çarçoveya lêpirsîneke ku li Stenbolê tê birêvebirin de polîsan li Stenbol û Sakaryayê bi ser malan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama serdegirtinan de li Sakaryayê bi ser malekê de û li Stenbolê jî bi ser 14 malan de hatiye girtin û heta niha 12 kes hatine desteserkirin.
Di daxuyaniya rêvebiriya emniyetê de hatiye diyarkirin ku operasyon li dijî DHKP/Cyê ne. Her weha Emniyeta Stenbolê di daxuyaniyeke din de jî diyar kir ku di operasyoneke bi îdiaya ku “Ciwanên PKK’ê ne” hatiye kirin de 7 kes hatine desteserkirin.
Her weha li gorî heman nûçeyê di serdegirtinên malan ên li navçeyên Bagcilar û Esenlerê de Erhan Îvrendî, Salîha Gur û Ayşegul Sakalli hatine desteserkirin. lê nehatiye zanîn ku kesên hatine desteserkirin di çarçoveya heman operasyonê de hatine desteserkirin an na.