Li Stenbolê di 4 rojên dawî de hejmara kesên ku ji ber alkola sexte mirin derket 37an. Ji wan 27 kes entube ne û dermankirina 47 kesan jî didome.
Ji bo nexweşxaneyan serlêdan zêde ne
Di 96 saetên dawîn de 92 kes ji ber alkola sexte çûne nexweşxaneyan. Ji van kesan 47 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin, 27 jî ji wan entube ne. Hat ragihandin ku yek ji wan nexweşan dermankirin qebûl nekiriye, 2 ji wan jî bêyî destûr ji nexweşxaneyê derketine.
4 gumanbar hatin girtin
Walîtiya Stenbolê daxuyand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî alkola sexte ya ku ji 1ê Kanûna Paşiyê vir ve dewam dikin de 15 gumanbar hatin desteserkirin. Ji gumanbaran 4 kes bi tohmeta ku "bi qestî kuştine " hatin girtin û 3 kes jî hatin berdan. Jêpirsîna 8 gumanbaran li emniyetê didome.
Destûra 64 kargehan hatin betalkirin
Li gor daxuyaniya walîtiyê di sala 2024an de li seranserê bajêr 302 ton alkola sexte hatiye bidestxistin. Hat diyarkirin ku ji serê salê û vir ve 29 ton alkola sexte hatiye zeftkirin, destûra 64 kargehan jî hatiye betalkirin.
(EMK/AY)