Di çarçoveya lêpirsîna Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de duh (27ê Adarê) êvarê di serdegirtinên malan de 10 endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) hatin desteserkirin. Her weha navên wan kesan heta niha nehatiye zanîn.
Li gorî nûçeya Rojnameya Yenî Yaşamê, sedema serdegirtina malan hêj ne diyar e. 10 kesên hatin desteserkirin birin Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, hejmara gumanbarên ku hatine tesbîtkirin 11 e. Ji bo desteserkirina gumanbarek xebat didomin.
(TY/AY)