Li Stenbolê bi pileya 6.2an erd hejiya

Erdheja ku li peravên Sîlîvriyê ya Behra Marmarayê pêk hat li Stenbol û bajarên derdorê bû sedema metirsiyê. AFAD û Rasatxaneya Kandîlliyê ragihandin ku navenda erdhejê Behra Marmarayê ye. Erdhej bi taybetî li navçeyên peravê zêdetir hat hîskirin.
Erdheja yekem bi pileya 4,0an ya duyem jî bi pileya 6,2an bû
Erdheja yekem di saet 12.13an da çêbû. Rasatxaneya Kandîlliyê mezinahiya vê erdhejê 4,0 û kûrahiya wê jî 16,3 kîlometre pîva. AFADê jî ragihand ku mezinahiya heman erdhejê 3,9 û kûrahiya wê jî 6,99 kîlometre ye.
Saet di 12.49an da erdhejek din a bi hêz çêbû. AFADê mezinahiya vê erdheja duyemîn weke 6,2 û kûrahiya wê jî 6,92 kîlometre pîva. Erdhej li Stenbolê û li bajarên derdorê yên wek Kocaelî, Tekîrdag û Bursayê jî hat hîskirin.
*Fotograf: Li Kadikoyê welatî daketin kolanan Tuğçe Yilmaz / bianet
Wezîr Yerlîkaya: Hemû ekîban dest bi xebatên qadê kirin
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: "Li Sîlîvrîya Stenbolê bi pileya 6,2an erdhejek pêk hat. Têkildarî erdheja ku li bajarên derdorê jî hat hîskirin, AFADê û hemû ekîbên saziyên me yên pêwendîdar dest bi lêkolîna qadê kirin."
(EMK/AY)