* Fotograf: Melike Gallenkuş - İstanbul / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku yasaya “pir baroyî” ketiye pêvajoya cîbicîkirinê, li Stenbolê hiqûqnas kom bûne û civîna çapemeniyê li dar xistine. Di cîvînê de hiqûqnasan aşkere kirine, ku wan dest bi amadekarîyên avakirina baroya duyem kirine.
Di çarçoveya “Qanûna Derbarê Guhertina Hin Qanûn û Qanûna Parêzertîyê” de ji bo avakirina Baroya Duyem a Stenbolê, hiqûqnasan serî li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê dane û ji bo endamtiyê pêvajoya îmzeya elektronîk destpêkirine.
Di avakirina baroya nû de îmzeyên van sazîyan hene:
Komeleya Hiqûqnasên Giştî, Komeleya Xanimên Hiqûqnas, Şubeya Stenbolê ya Enstîtûya Hiqûqa Tirkan, Komeleya Parêzerên Serzemîn, Komeleya Hiqûqnasên Demokrat, Komeleya Serdestî ya Hiqûqê, Komeleya Mafê Mirovan û Dada Serzemînê, Komeleya Hiqûqnasan û Parêzer.
Navê baroyê dê “Baroya bi hejmar 2yê” be
Nîyazî Paksoy, endamê damezrandina baroyê aşkere kiriye û gotiye, “ Dibe ku navê baroya me bibe ‘2 Nolu Baro’. Me serî li Yekitiya Baroyan dane. Di pêvajoya îmzeyên elektronîk de wê 2 hezar îmze di nava çend rojan de bê temam kirin.
Cavît Tatli, yek jê endamê damezrandinê ye destnîşan kiriye û weha gotiye, “Em bi kesî re di nava pêşbirkê de nînin. Em bi kesî re di nava şer de jî nînin. Em dê baroyekî nû ava bikin. Baroya bi hejmar 2(2 Nolu Baro) ya Stenbolê xwedê bi ser xêrê bike.”(AS/AY/FD)