Li Stenbolê 12 kes hatin desteserkirin

Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dabû destpêkirin de hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû wezîfedarkirin. Bi îdiaya ku têkiliya wan bi Ahmet Ozer re hebûye 12 kesên din hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê 6 kesên hatin desteserkirin 4ê Tîrmeha 2022yan di civîna Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê de dema Şaredar Mustafa Gultak gotiye bila kesên dibêjin “PKK/YPG/PYD rêxistina terorê ye” destê xwe bilind bikin, wan destê xwe bilind nekiriye.
Di lêpirsînê de hatiye îdiakirin ku 5 kesan “propagandaya rêxistinê kirine” kesek jî xebatên rêxistinî ji bo KCKê kiriye û di xebatên “Komîsyona Aştî û Edaletê” de bi awayekî çalak cih girtiye.
Her weha kesên hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Emniyetê ya Stenbolê ku li Kolana Vatanê ye.
(RT/AY)