Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 7emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de ku bi êrîşa çeteyên DAIŞê 33 ciwan miribûn polîsan mudaxaleyî bîranîna li Kadikoya Stenbolê kiriye. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Kolana Halîtagayê 106 kesên ku xwestine bimeşin hatin desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê. Li vê derê bi iddiaya ku "li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan mixalîfî kirine" îfadeyên wan hatine girtin.
Ji bo 16 ciwanan jî sûcdariya “li dijî polîsan derketine” hatiye kirin.
90 kes serê sibê ji emniyetê hatine berdan. Ji 16 kesên ku sewqî dozgeriyê kirine jê 14 kes bi şertê kontrola edlî hatin serbest bûne, 2 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirine.
Çi bibû?
Di 20ê Tîrmeha 2015yê de li ser bangewaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîstê (SGDF) 300 ciwan ji bo kelûpelên alîkarî yên mirovî û pêlîstokan bibin Kobanêyê çûn Pirsûsê û di dema daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Çandê ya Amarayê de êrîşa xwekujî pêk hatibû.
Di encama êrîşê de 33 kes miribûn.
Kesên ku di êrîşê de hatin kuştin ev bûn: Koray Çapoğlu, Cebrail Günebakan, Hatice Ezgi Sadet, Uğur Özkan, Nartan Kılıç, Veysel Özdemir, Nazegül Boyraz, Kasım Deprem, Alper Sapan, Cemil Yıldız, Okan Pirinç, Ferdane Kılıç, Yunus Emre Şen, Çağdaş Aydın, Alican Vural, Osman Çiçek, Mücahit Erol, Medali Barutçu, Aydan Ezgi Salcı, Nazlı Akyürek, Serhat Devrim, Ece Dinç, Emrullah Akhamur, Murat Yurtgül, Erdal Bozkurt, İsmet Şeker, Süleyman Aksu, Büşra Mete, Duygu Tuna, Polen Ünlü, Nuray Koçan, Vatan Budak, Mert Cömert.
(HA/AY)