Li Stenbol û Îzmîrê wê ji bo Roja Çîrokan du bernameyên cuda çêbibin
Li Stenbolê wê Zana Farqînî û Erol Şaybak li Şa Performansê, li Îzmîrê jî wê Cîhan Roj li ser Roja Çîrokan ya Cîhanî û ziman û wêjeya kurdî biaxivin.

14ê Sibatê, Roja Çîrokan ya Cîhanî wê li Stenbol û Îzmîrê bi du bernameyên cuda bê pîrozkirin.
Li Îzmîrê wê nivîskar Cîhan Roj di gotûbêja bi navê “Çîrok û Xeyal” de biaxive.
Bixwîne - Bernameyên şano, belgefîlm û panelên li Şa Performansê diyar bûne
Bername wê 9ê Sibatê roja şemiyê saet di navbera 16.00 û 18.00ê de li Na Kîtap Cafeyê çêbibe.
Li Stenbolê jî zimanzan Zana Farqînî û çîroknûs Erol Şaybak wê li ser zimanê kurdî û çîroknivîsandina bi kurdî biaxivin.
Bername wê roja 21ê Sibatê saet 20.00ê de li Şa Performansê çêbibe. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.