Li Stenbol û Îzmîrê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin desteserkirin

Îro danê sibê li Îzmîrê polîsan bi awayekî hemwext polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de, xwendekarên zanîngehê, nûnerên sendîkayan û endamên hin partiyên siyasî yên çepgir hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê di nav kesên hatine desteserkirin de endamên Partiya Kedê, SOL Partî û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî hene.
Serokê Şaxa Hejmara 5an a Egîtîm Senê ya Îzmîrê Savaş Candemîr, bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew hatiye desteserkirin. Her weha Candemîr diyar kir ku ew û hevjîna xwe Gulsen Candemîr hatine desteserkirin.
Têkildarî hêceta operasyonê heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Hat ragihandin ku ji bo îfadeya kesên hatine desteserkirin bigirin birine emniyetê.

Li Stenbolê ji ber 1ê Gulanê gelek kes hatin desteserkirin
Li Stenbolê komîteya amadekar hat desteserkirin
Endamên Komîteya Amadekar a Taksîmê ya 1ê Gulana 2025an duh civîna çapemeniyê li Beyoğluya Stenbolê li dar xistibû. Komîteyê bang kiribû û xwestibû 1ê Gulanê li Taksîmê bê pîrozkirin. Endamên komîteyê hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, kesên hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Emniyetê ya Bajar ku li Fatîhê ye. Hat hînbûn ku di nav kesên hatine desteserkirin de Serokê Kataş-Sen Şahin Başaraner û Sekreterê Rêxistinê yê Sendîkaya Karkerên Înşaetê (İnşaat-İş) Yunus Ozgur jî hene.
Herwiha, Serokê Giştî ê Sendîkaya Limter Îşê Kamber Saygili jî ku di nav komîteya amadekar de bû hate desteserkirin.
(EMK/AY)