Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan li Stenbol, Amed û Gebzeyê destûr nedaye xizmên girtiyan ku xwestine balê bikişînin ser girtiyên di greva birçîbûnê de ne û rojiya mirinê girtine.
Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya li Stenbolê ev demeke di çalakiya nobetgirtinê de ne. Polîsan mudaxele li wan kiriye. Polîs hatine bal xizmên girtiyan û ji wan re gotine li ber girtîgehê ew nikarin çalakiyan bikin û ev qedexe ye.
Li ser vê rewşê malbatên girtiyan gotiye, “Em ne ji bo seyranê hatine vir. Zarokên me dimirin. Bêhna me derdikeve dema ku em li dîwarên girtîgehê dinêrin”. Paşê polîsan derbe li 15 kesan xistiye û ew desteser kirine. Kesên hatine desteserkirin, birine Qereqola Kartaltepeyê.
Park dorpêç kirine
Li navçeya Baglarê ya Amedê xizmên girtiyan xwestine li Parka Koşûyolûyê daxuyaniyekê bidin.
Rastî tundkariya polîsan hatine û di vê demê de hin dayik ji ser hişê xwe çûne. Polîsan park vala kiriye û bi wesayitên zirxkirî park dorpêç kirine.
Açlık grevi ve ölüm orucundaki evlatları için Koşuyolu parkında açıklama yapmak isteyen annelere polis saldırdı.
— KCD (@kongrekcd) 2 Mayıs 2019
Evladının eridiğini bilen annelere kaldırılan el vicdana, adalete, insanlığa saldırıdır. pic.twitter.com/LI6vIbKJf3
Li Gebzeyê çar kes hatine desteserkirin
Xizmên girtiyan ên li ber Girtîgeha Tîpa Myê ya Jinan a Gebzeyê ya Kocaeliyê çalakiya nobetgirtinê dikin, rastî midaxeleya polîsan hatine.
Polîsan derb li gelek kesan daye û çar kes desteser kirine. Kesên desteser kirine birine Midûriyeta Emniyetê ya Gebzeyê. Polîsan her weha êrîşî wan parêzeran kiriye ku ji bo piştgiriyê bidin malbatan çûne ber girtîgehê.
Her weha polîsan vîdeo û fotografên rojnamegeran jê biriye ku di dema midaxeleya polîsan de hatine kişandin. (EMK/FD)
* Çavkanî: Gazete Karinca