*Pedro Sanchez. Fotograf: Burak Akbulut/ AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh li Spanyayê hilbijartina parlamentoyê çêbûye. Hilbijartina li Spanyayê di encama wan pêşketinan de çêbûbû ku Katalonyayê serxwebûna xwe ragihandibû lê Spanyayê ev biryar nas nekiribû û serokên Katalan hatibûn sirgunkirin. Piştî vê rewşê pêbaweriya bi Mariano Rajoy, Serokwezîrê Spanyayê re kêm bûbû û biryara hilbijartina pêşwext hatibû stendin.
Pedro Sanchez, Serokê Partiya Karkerên Sosyalîst (PSOE) piştî hikûmeta Rajoyî hilweşiya bû bûbû Serokwezîr. PSOEyê duh di hilbijartinê de ji sedî 29 deng derxistiye û bûye partiya yekem.
Li gorî vê encamê Partiya Sosyalîst ji 350 kursiyan, 123 kursî li parlamentoyê bi dest xistiye. Dîsa heke hikûmete koalisyonê weke avakirin wê ev encam bihêle ku Sosyalîst bibin şirîkê herî xwurt ê koalisyonê.
Ji bo avakirina hikûmetê pêwistî bi 11 parlamenterên din heye
Podemos, yek ji şirîkên hikûmeta koalisyonê ya beriya hilbijartinê di encama hilbijartinê de 42 kursî bi dest xistiye. Lê ji bo avakirina hikûmetê pêwistî bi 11 parlamenterên din heye. Partî an jî koalisyona ku bixwaze hikûmetê ava bike divê xwediyê 176 parlamenteran be.
Partiya ku serxwebûna Katalonyayê ragihandiye beşdarî hilbijartinê bûne
Di hilbijartinê de li Katalonyayê herî zêde partiya Katalanan a bi navê ERCyê deng bi dest xistine. Li gorî encama hilbijartinê 15 parlamenterên vê partiyê çêbûne. Oriol Junqueras, Serokê ERCyê ji ber ragihandina serxwebûnê hatibû girtin û hê jî di girtîgehê de ye.
*Santiago Abascal, Serokê Voxê. Fotograf: Şenhan Bolelli/ AA
Vox, partiya rastgir a radîkal jî di hilbijartinê de 24 kursî bi dest xistiye. Ev partî dixwaze yasayên têkildarî wekheviya zayendî û yên derbarê tundkariya mêran de werin rakirin, jiberxwekirin û zewaca hevzayendan were qedexekirin. Dîsa dixwaze ku penaberên bi awayekî fermî mafê manê bi dest xistin bin jî di nav de penaber dema li Spanyayê sûcekî bikin, dersînor bikin. (PT/FD)