Li Şirnexê wesayîta zirxpoş li zarokekî 12 salî daye
Zarokê ku piştî mudaxeleya destpêkê a li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê rewşa wî giran bûye û birine nexweşxaneyeke taybet a Êlihê.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navenda Şirnexê wesayîta zirxpoş ya polîsan li zarokek 12 salî daye.
Li gorî nûçeya MAyê Zarokê bi navê Tajdîn ê bi giranî birîndar bûye rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Zarokê ku piştî mudaxeleya destpêkê rewşa wî giran bûye, birine nexweşxaneyeke taybet a Êlihê.
Hatiye hînbûn ku zarokê ku di bin çavdêriya giran de tê ragirtin rewşa wî xeternak e.
Bixwîne- Rapora wesayitên zirxkirî ya ÎHDyê: Di 15 salan de 44 kes mirine
>> Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê ya ku di meha Hezîranê de aşkere kiriye; Di 15 salên dawî de 21 jê zarok bi giştî 44 kes di encama lêdana wesayîtên zirxpoş û wesayîtên leşker û polîsan de mirine.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.