Walîtiya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku li bajêr meşên xwenîşandanê, civînên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û yên weke wan, heta 10 rojan qedexe kirine.
Biryara qedexeya çalakiyan îro(6ê Çiriya Pêşiyê) destpê kiriye û wê heta 15ê Çiriya Pêşiya 2023an saet 23.59 deqîqeyan dewam bike. Bernameyên ku walîtî û qaymeqamiyan erê kirine wê ne qedexe bin.
Çalakiyên walîtiyê qedexe kirine, weha ne:
Ji bilî bernameyên ku walîtî û qeymaqemî destûrê didin, her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din hatine qedexekirin.
(AS/AY)