Li Şirnexê êriş: 8 leşker canê xwe ji dest dan
Li navçeyên Bêşebap û Qilebanê li dijî leşkeran du êriş pêk hatin û di encamê de 8 leşkeran canê xwe ji dest dan, 18 leşker jî birîndar bûn.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Bêşebapê bombeya ku ji hêla hêzên PKKê ve li ser rê hatibû bicihkirin, dema wesayîta leşkeran derbas dibû hat teqandin.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê hat ragihandin ku di encama wê êrişa li Bêşebapê de 3 leşeran hatine kuştin û 10 leşker jî birîndar in.
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî bi heman awayî êriş hat kirin.
Di encama êrişa li Qilebanê de jî 5 leşker canê xwe ji dest dan, 8 leşker jî birîndar bûn.
Bi vî awayî di encama du êrişên li Qileban û Bêşebapê de hejmara leşkerên kuştî derket 8an û bi temamî 18 leşker jî birîndar in.
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.