Li Şirnexê çûn û hatina hin herêman ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
Walîtiya Şirnexê çûn û hatina herêmên Cûdî, Gabar, Besta, Kelamemê, Feraşîn ku operasyonên leşkerî lê berdewam dikin û gelek herêmên din ji bo 15 rojan qedexe kir.

Walitiya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku çûn û hatina hin herêman ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya walîtiyê, çiyayên Gabar û Cudî, herêmên Besta û Kelamemê, Donmezler, Kovankay, Tehtareş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla, Încebeldaglari, Feraşîn, Altindaglari û Oymakaya yên ser bi Şirnexê weke herêmên "ewlehiya taybet a demkî" ji bo 15 rojan hatine ragihandin.
Her weha li gorî daxuyaniya walîtiyê qedexeya herêmên navborî di 14ê Îlonê de dest pê dike û wê di 28ê Îlonê de jî bi dawî bibe.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.