Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Şirnexê daxuyaniya ku di malpera xwe ya fermî de belav kiriye de ragihandiye ku çûna li hin herêmên nava sînorê Şirnexê hatiye qedexekirin.
Walîtiyê di daxuyaniyê de gotiye ku li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê 14 herêm ji îro pê ve weke “herêma ewlehiya taybet ya demkî” hatiye ragihandin.
Herêmên hatine qedexekirin ev in:
Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Newala Sar, Çiyayê Încebelê, Devera Oymakkayayê û Devera Tenînê.
Walîtiyê daye zanîn ku qedexe ji 29ê Tebaxê heta 12ê îlona 2023an dê bidome.
(AS/AY)