Li Şirnexê çûn û hatina 14 herêman ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li wî bajarî 14 herêm weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin.

Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Elkê, Qileban û Basayê 14 herêm ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê herêma Bestayê ya girêdayî navenda Şirnexê, Çiyayê Gabarê yê di navbera navend û navçeya Basayê de, Çiyayê Cûdî yê di navbera Silopiya û Cizîrê de, Çiyayê Kêla Memê yê Qilebanê, Çiyayê Kato, Tehtareş û 8 herêmên din ên navçeya Elkê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku qedexe wê di 1ê Tîrmehê de dest pê dike û di 15ê Tîrmehê de bi dawî bibe.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.