Li Şirnexê çûn û hatina 10 herêman hat qedexekirin
Li bajarê Şirnexê û navçeyên wê çûn û hatina 10 herêman ji bo15 rojan hat qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê, li Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê 10 herêm hatine qedexekirin.
Li gorî biryarê walîtiyê, qedexe di 29ê Îlonê de dest pê kirye û wê heta 13yê Çiriya Pêşiyê di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî”bidome.
Herêmên hatine qedexekirin ev in:
“Çiyayê Cûdiyê, Devera Bestayê, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Tehtê Reş, Hoza Mêrî û Devera Tenînê.”
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.