Li Şirnexê 9 kes hatin desteserkirin
Li bajarokê Erebana Hezexê di serdegirtina malan de 9 kes hatin desteserkirin.

Leşkeran li bajarokê Ereban yê navçeya Hezex a Şirnexê di serê sibê de bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinên malan de Îhsan Oz, Hikmet Oz, Şavkiye Soyal, Medîha Akay, Şukru Yildiz, Zahîde Baya, Melime Kaş û 2 kesên ku navê wan nehat zanîn, hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê sedema desteserkirina welatiyan nehat zanîn û li Qereqola Cendirmeyan a Şirnexê tên ragirtin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.