Polîsan li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinên malan de derî hatin şikandin û mal hatin serobinokirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtina malan de bi giştî 25 kes hatin desteserkirin.
Her weha sedema desteserkirinan nehat zanîn. Kesên ku hatine desteserkirin birin Emniyeta Şirnexê. Tê pêşbînîkirin ku hejmara desteserkiriyan zêdetir bibe.