Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatine qedexekirin
Li Şirnexê 14 herêm heta 15 rojan wekî herêmên "ewlehiya taybet" hatine ragihandin.
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî daxuyandiye ku li bajêr 14 herêm ji îro pê ve weke “Herêmên Ewlehiya Taybet a Demkî” hatine ragihandin.
Biryara qedexekirina herêman wê 28ê Îlonê de bi dawî bibe.
Herêmên hatine qedexekirin ev in:
Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Çiyayê Zêrîne, Geliyê Bêtkar, herêma gundê Dol û Tenînê.
Walîtiyê gotiye ku wan ji bo “pêkanîna ewlehiyê, pêşigirtina li bûyerên tundkariyê û her bûyereke neyînî” herêmên navborî qedexe kiriye.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.