Li Şirnexê û navçeyên wê 14 herêm ji bo 15 rojan wek herêma “ewlehiya taybet” hatiye ragihandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê 14 herêm ji bo dema 15 rojan di navbera 16-30ê Gulanê de wek herêma “ewlehiya taybet” hatiye ragihandin.
Walîtiya Şirnexê daxuyanî daye û diyar kiriye ku 14 herêm hatine qedexekirin û ev qedexe di 16ê Gulanê de dest pê kiriye û wê di 30ê Gulanê bi dawî bibe û ketin û derketina herêman dê qedexe bin. (AY)