Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê, 14 herêm ji bo 15 rojan weke “Herêmên Ewlehiya Taybet a Demkî” hatine ragihandin.

Walîtiya Şirnexê aşkere kir ku çûn û hatina 14 herêman ji sibê pê ve hatine qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî a walîtiyê hatiye weşandin, 14 herêm ji 28ê Îlonê heta 12ê Çiriya Pêşiyê hatine qedexekirin.
Herêmên hatine qedexekirin ev in:
Herêmên li Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Girê Karaçali, Kela Memê, Newala Serîn, Girê 2088 Rk. Kuçuk Sû Y., Çiyayên Kato Marûnis û Kato Jîrka, Dulê û Tenînê.
Biryar li gorî xala 11em a Qanûna Rêvebiriya Bajaran ya bi hejmara 5442 û xala 32/A ya Qanûna Herêmên Qedexe ya Leşkerî û Herêmên Ewlekariyê ya bi hejmara 2565an hatiye girtin.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.