Li Şirnex û Erzîromê vê sibê polîsan bi ser malan de girtin.
Di serdegirtinan de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) yê Bajarê Erzîromê Ramazan Karakaş jî di nav de 6 kes ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hatin desteserkirin.
Kesên li Şirnexê hatin desteserkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Hezexê.
Sedema desteserkirinan nayê zanîn
Di serdegirtinên malan ên li Erziromê de jî Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Erziromê Ramazan Karakaş û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Qereyaziyê yê berê Çetîn Demîr hatin desteserkirin.
Tê payîn ku Demîr û Karakaş ê di çarçoveya lêpirsîna bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê hatiye destpêkirin de hatin desteserkirin dê bibin Agiriyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê sedema desteserkirinan heta niha diyar nîne.
(TY/AY)