Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê duh saet 20:30an de kanayeke madenê ya sifirîn hilweşiya û di encamê de 3 kesên ku di bin kavil de mane, jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku 13 kedkar jî di bin kavilde mane û ji bo derxistina wan hê jî xebar û lêgerîn didome.
Walîtiya Sêrtê daxuyanî da û got ku heta niha cenazeyên 3 karkeran ji bin kavilê hatine derxistin û lêgerîna ji 13 kedkarên di bin kavil de mane jî didome.
Di nûçeyên DHA û ANFê de hat gotin ku 3 moşenên kar û 8 kamyon ji ber hêzanê di bin kavil de mane.
Ji walîtiyê îdiya “barana zêde”
Di daxuyaniya walîtiyê de hat îdiakirin ku “hêzan ji ber berf û barana zêde pêk hatiye”. Nehat gotin ka ji bo berf û baranê ti tedbîr hatiye hildan an na.
Şîrketa kanê Ciner daxuyanî da
Baroya Edeneyê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku xwediyê wê kana madenê Ciner şîrket e.
Derbarê mijarê de Platforma Ronakbirina Raya Giştî ya Park Elektrîkê ku girêdayê şîrketa Cinerê ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha hat gotin:
“Li gorî agahiyên herî dawî li Şîrvanê kana madenê ya şîrketa me, ji ber berf û barana zêde hêzan pêk hatiye. Maseya krîzê hat avakirin û xebatên me didome. Li kanê derxistina madenê hatiye sekinandin û li herêmê hêzan dî didome. Agahiyên derbarê geşedanên dawî de wi bi raya giştî re were parvekirin.”
Ew kana madenê di sala 1969an de hatiye vekirin û di sala 2004an de jî dewrê şîrketa Cinerê hatiye kirin.
Li heman cihê di 25ê Tîrmehê de dîsa hêzan pêk hatibû, 6 kamyon û 2 moşenên kar di bin kavil de mabûn lê, tiiştek bi kesî nehatibû.
(AS/YO)