Li Sêrtê 6 cerdevan hatine kuştin
Li navçeya Dihê ya Sêrtê PKKiyan gule bera ser hêzên ewlekariyê yên fermî dan. Di encamê de 6 cerdevan mirine, 4 leşker û 3 cerdevan jî birîndar bûne.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Vê sibê li navçeya Dihê ya Sêrtê PKKiyan êrîş birin ser hêzên ewlekariyê û di encamê de 6 cerdevan mirine. Di heman êrîşê de 4 leşker û 3 cerdevan jî birîndar bûne.
Navê cerdevanên ku hatine kuştin wiha ye: Mehmet Oktay, Siddik Ertaş, Abdûllah Yuztaş, Mehmet Eren, Nevzat Gökçe û Seyfettîn Başkurt.
Leşker û cerdevan ji bo ewlekariya çêkirina rê ya li Baregeha Ormanardiyê li herêmê bûne.
Birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê tên dermankirin. Li herêmê operasyonê dest pê kiriye. (AS/FD)
* Fotograf: Tûran Koyûncû, Mehmet Yucel Dûrak – Sêrt / DHA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.