Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokerkaniya Leşkerî ya Tirkiyeyê jî da zanîn ku helîkoptera çûbû ‘’herêmê’’ ketiye. ANFyê jî nivîsîye ku PKKyê helîkopter xistiye.
Li Navçeya Çelê ya Colemêrgê, di şerekê de 8 leşkeran û 6 PKKyîyan jiyana xwe ji dest daye.
Serokerkaniyê bi daxuyaniyekê daye zanîn ku helîkoptera ketî dema çûyî cihê şerî ketiye û du leşkerên tê de mirine. Li daxuyaniyê hatiye diyarkirin ku ji ber sebebên teknîkî helicopter ketiye.
Daxuyaniya Serokerkaniyê ev e:
‘’ Di şerê li Çelêya Colemêrgê de, li 13ê Gulanê, li roja Înê, li siet 04.50yê. 6 çekhilgirên me jiyana xwe ji dest daye’’
‘’Arîşeya Teknîkî’’
Dema ketina helîkopterê wek siet 5.50 hat eşkerekirin. Hat diyarkirin ku sebeba ketina helîkopterê ‘’arîşeyeka teknîkî’’ ye.
Her dîsa hat dîyarkirin ku helîkopterên cengê, firokeyên bêfrokevan û komên piştgiriyê yên leşkerî jî hatine şandin.
ANF: PKKyê xistiye
ANFyê agahiyên xwe spartiye çavkaniyên heremî û gotiye PKKyê ew xistiye. Hat dîyarkirin ku HPGê di daxuyanî nedane (HK/MB)
Wêne, AA, Çelê