Fotograf: AA (Arşîv)
Li gorî daneyên ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) aşkere kirine li seranserê cîhanê jimara kesên bi zorê ji cî û warên xwe bûne ji 80 milyonî derbas bûye.
KBPNYyê Rapora Meylên Gerdûnî weşandiye ku tê de hatiye gotin, digel bangewaziya agirbesta gerdûnî ya Antonîo Guterres, Sekreterê Giştî yê NYyê li dinyayê şer, pevçûn û zordestî dewam dikin.
Di raporê da Komîseriyê bal kişandiye li ser şer û pevçûnên li Sûriye, Komara Demokratîk a Kongoyê, Mozambîk, Somalî û Yêmenê û diyar kiriye ku ev şer û pevçûn di nîvê pêyîyê yê 2020an de bûye sedema ji cihê xwe bûnên nû.
Komîseriyê destnîşan kiriye ku li herêma Berava Navîn a Afrîkayê jî "destdirêjî û înfaz jî di nav da sivîl rastî tundiya bêrehm" tên û gelek ji wan ji cihê xwe bûne.
Di raporê da hatiye diyarkirin ku jimara kesên bi zorê ji cihên xwe bûne di nîvê salê da ji 80 milyonî derbas bûye, lêbelê ji bo 2020an hê tabloyek derneketiye holê.
KBPNYyê gotiye ku ji kesên ku cihên xwe hatine kirin 26,4 milyon kes penaber in, ji van penaberan jî 20,7 milyon di bin çavdêriya KBPNYyê de ne. (FD)