Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Teqemeniya ku li ser rêya Amed û Mêrdînê hatî veşartin dema wesayita leşkerî diborî hatiye teqandin. Du leşker mirine.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) teqîn vê sibeyê siet 08.40ê çêbûye.
Li gor Ajansa Anadolûyê(AA) endamên PKKyê teqemenî li rexa rêyê danîne û li leşkeran teqandîne.
Ji ber teqînê aliyekê rêyê hatiye girtin.(AS/MB)