Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji hilbijartinê re 17 roj mane. Rojeva medyaya nêzîkî hikûmetê plana operasyoneka li Qendîlê ye. Nêzîkî hefteyekê ye ku nûçe têne weşandin û tê diyarkirin ku TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) ber bi çiyayê Qendîlê diçe.
Li gor nivîskarê Gazete Haberturkê, Çetiner Çetinî hêzên tirkan 22 kîlometreyan li ser axa Herêma Kurdistana Iraqê bi pêş ketiye.
TSK ji meha Adarê ve li ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneyan parve dike û diyar dike ew opersyonan li herêmê dike.
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê gotibû “dora wê derê(Qendîlê) jî dê bê.”
Berdevkê hikûmetê, Bekir Bozdagî diyar kir ku Tirkiyeyê li Qendîlê operasyonên leşkerî kirine û “Tirkiye dikare paşê biçe Qendîlê. Her tişt dikare ji nişkê ve çêbibe.”
Berdevkê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) diyar kir, Ozgur Ozelî diyar kir ku “ev gotin têne wê wateyê ku ew ê di hilbijartinê de bi ser nekevin. Ev hesabên siyasî ne”
Hevseroka Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Pervin Buldanê 5ê Hezîranê jî diyar kiribû ku “AKPyê dît ku bisernakeve vêca sindoqên hilbijartinê dibe Minbîc û Qendîlê”
(PT/MB)